Ji bo Lorîn wê demekî raweste evîn

السبت, 20 فبراير 2010 15:09 Peiwar.com
Hits

Ji bo Lorîn wê demekî raweste evîn
Erê Lorîn wê demekî raweste evîn
Erê Lorîn..
Ji bo endametiya te di evînê de
Ma ti ne evîndar bû?
Lorîn..
Ji wêneyê te ez matemayî mam
Şahbano bû tû?
Ji çavên te pir tirsiyam
Nihan bû tû?
Lorîn….
Kî wê mafê temenê te bid e te!
Evîna te
Hevjînê te
Zarokên te
Neviyên te
Pêşeroja te……
Wî kî karib e di ber barê te de rab e?
Wêneyê te Lorîn felsefek bû!
Sekna te
Beşişandina te
Çakêtê te
Kumê te
Pora te
Dest te li jiyanê pêçabûn
Jiyan ne dilovana Lorîn
Ne hevala
Ne evîndara Lorîn
Wêneyê te dema ku min lê nerî
Ez bûm xemgîn
Ti zanê ji tirsa bavê te ez negrîm
Ti zanê ku ev cara yekm bû ku ez pêxemberkî de wêneyekî de dibînim

Lorîn
Pêxembera bence-şêran
Qirala goristanan
Deng û basên xemgînan
Lorîn…
Tû torîn bû
Lev hatî bû
Xwîn şêrîn bû
Lê nervîn reş bû,bê ol bû,bê bext bû,bê dil bû
Lorîn …
Ewqas ti pola bû
Ewqas ti qehreman bû
Ewqas te diveşart
Ewqas te ji mirinê hezdikir
Ewqas te hest ne dişkandin
Xweziya te gotiba Lorîn
Xweziya te qêr dab e Lorîn
Xweziya mirin lal bûba Lorîn
Tifala bavê xwe
Alala bexçê diya xwe
Ken û leystokên xwşkên xwe
Lorîn…
Te zanîngeh bê deng hiştin
Bê zanîn man
Te şagirt
Wêne
Pertûk
Pênos

Peyam
Sikak
Heleb
Şam
Bê reng hiştin
Lorîn tê bi mîn e di bîra bavê xwe yê xemgîn de
Serdem te ji bîr nakin
Nosarên wî
Civata wî
Helbestên wî
Gozlikên wî
Hilma wî
Masincêrê wî lê dida diba ku Lorîn peyamek şandiya
Lorîn delalê
Gula li nav malê
Torînê şepalê
Te peyala jiyana bavê xwe dagirt
Ma wê kî rûn e li ser masê û jêre rake peyalê
Lorîn…
Di zelaliya yezdan de rakev e
Û her newroz û sersal tû dakev e
Xemgîn ber li bndî te ne
Bi hêvîme …..Lorîn
Tû ji bavê xwe paş nekev e….
Oxir be Lorîn jiyan bê te bê ta'me xave Lorîn xave.


Ehmed bavê Alan-Qamişlo19/2/2010

التعليقات (0)

RSS خاصية التعليقات

أضف تعليق

تصغير | تكبير

busy

التواصل معنا

للتواصل مع شبكة بيور الثقافية

Peiwar.com@gmail.com

 

القائمة الرئيسية

اقلام أدبية كردية

اقلام أدبية عربية

جديد مواضيع المنتدى

زوارنا

free counters

أستطلاع الرأي

ما رأيك بالشكل الحالي لشبكة بيور الثقافية؟




المتواجدن الأن

حاليا يتواجد 57 زوار  على الموقع

Pagreank

PageRank